• DOLAR 32.354
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2304.141
  • ...
​Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam peyama Îda Remezanê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir îsal Îda Remezanê bi dilekî xweş derbas nebû û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez ji Xweda hêvî dikim ku ev Îda Remezanê ji bo temamê însanîyetê nexasim jî ji bo alema Îslamê bibe wesîleya selamet û hizûrê.”

“Di vê îdê de her çi qas em nikaribin hev dû hembêz bikin jî qet nebe bi telefonê em pirsa hev bikin û ji hev re hest û ramanên xwe bînin zimên”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe balan kişand li ser rewşa menfî ya ku alema Îslamê tê de ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez temennî dikim ku di serî de alema Îslamê û her wisa îdarevanên welatên Îslamê ji van felaket û bûyerên ku pêk hatine ders û ibret bigirin. Dîsa ez hêvî dikim ku ev Îda Remezanê bibe wesîleya hişyarbûn û wehdeta  alema Îslamê.Ez îda milletê me û ya temamê alema Îslamê tebrîk dikim û ji Xweda niyaz dikim ku vê îdê bike wesîleya xelasîya ebedî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir