• DOLAR 32.283
  • EURO 34.667
  • ALTIN 2404.312
  • ...
Rêjeya bêkarîyê di meha sibatê de kêm bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê ya sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha sibatê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,1 puan kêm bû û daket ji sedî 13,6an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha sibata sala 2020î de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 502 hezar kes kêm bû û hêjmara bêkaran daket 4 milyon  û 228 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 602 hezar kes kêm bû û daket 26 milyon û 753 hezar kesan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir