• DOLAR 32.202
  • EURO 35.179
  • ALTIN 2473.804
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 68 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6486an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 103 hezar û 105 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  68 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6486 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  103  hezaran û 135an.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir