• DOLAR 32.264
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2401.039
  • ...
Mesûr Barzanî:“Em ê hewl bidin da ku Enfal di qada navneteweyî de wek cînosayîdê bê nasîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide da kxu Enfal di qada navneteweyî de wek komkujî û cînosayîdê bê nasîn û ew ê vê hewla xwe bidomînin.

Temamê peyama Mesrûr Barzanî bi vî awayî ye:

“Îro 32 sal bi ser mezintirîn pêla jenosoid kirina gelê Kurdistanê re derbaz dibe, ku pişkek bû ji zincîre pêlên jenosoîd kirinan û armanc jî nehêlan û jinav birina nasname ya neteweyî ya Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Bîranîna wan tawanên mezin, ku li beranber xelkê Kurdistanê û li ber çavên cîhanê hatin encamdan û bi hezaran kesên bê tawan têde bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneka asayî ya êş û azarên me be, lê divê bi hemû şêweyekê hewla jinav birina wê hizra şovenî û regezperistîyê bihête dan, ku li pişt encamdana tawan û jenosoîda wê Enfalê ye ku piranîya deverên Kurdistanê li xwe girtbû û birîneka kûre di leş û hişê gelê Kurdistanê de û nayê ji bîrkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku dirêjîyê dide hewlên xwe bo bi nêvdewletîkirina kêysa Enfalan û nasandina wê bi cînosayid, berdewam jî li xema baştirkirina jîyan û guzeranên malbatên şehîdan û kesûkarên qurbanîyên şalawên cînosayida Enfalê ye, ku pêwîste dewleta Iraqê berpirsîyarîya destûrî û sincî ya xwe li qerebûkirina evan tawanên mezin  bixe di stûyê xwe de û diltenahîyê bide ji dûbarenebûna wan di ayînde de.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir