• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Rihayê 2 kesên umrevan  hatin xistin karantînayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên ji Sêwereg û Girê Spî yên ku ji umrê vegerîyan ji ber şipheya corona vîrusê li nexweşxanê hatin xistin bin çavdêrîyê.

Heta niha li Rihayê ji ber şipheya corona vîrusê bi 15 kesan re test hat kirin û testên wan menfî derketine.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Bajara Rihayê Emre Erkuş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Erkuş di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Me yek bi yek wan kesên ku ji umrê hatin Rihayê gerîya û em diçin ziyareta wan. Di ziyaretên ku tên kirin de rewşa wan tê kontrolkirin û maske li wan tê belavkirin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir