• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket 724an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 724an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket 13 hezar û 938 kesan.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  113 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 724an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  13 hezar û 938 kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir