• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Ugandayê  li ser navên xêrxwazan qurbanan serjê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dildarê Avrupa Yetim Eli Nîzamettîn Aygan derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandayê tên kirin de daxuyanî da.

Aygan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê li Ugandayê didomînin û vêcarê xebata xwe ya alîkarîyê li Dibistana Kibuli Muslimê dane destpêkirin.

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew niha li mektebeke lê gelek xwendekar hene xebatên alîkarîyê dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê mektebê dersên Îslamî û fennî pêkve tên dayîn. Li vê derê 800 xwendekar hene û dersê dibînin. Me li vê derê qurbanên eqîqe, nezir û şikirê da serjêkirin. Nêzî 600 xwendekaran li êtîmxanê dimînin. Înşaallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir