• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji ser qetlîama Xocaliyê 28 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku dîrok 26ê Sibata sala 1992an nîşan dide çeteyên yekîneyên Komareya Ermenistanê  li ser bajêra Xocaliya Herêma Qarabaxa Jorîn a ku girêdayê Azarbeycanê ye de girtin û 106 jê pîrek, 63 zarok, 70 extiyar tev de 613 welatîyên Azarbeycanê bi şikleke wehşîyane û hovane qetil kirin û 150 kesan jî êsîr girtin ku ji wê dîrokê vir ve hêj aqûbeta wan kesên êsîr nayê zanîn.

Piştî êrîşa hovane ya ku li hember siwîlan hat kirin re ji sedî 20ê axên Azarbeycanê ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin û zêdetirî milyonek welatîyên Azarbeycanê ji war û wargehên xwe bûn û bûn koçber.

Şênîyên ku li Xocaliyê dijîyan li ser nufusa Azerbeycanê qeydkirî bûn û ji Mislimanên Azakê bûn. Qetlîam bi niyeta valakirina Herêma Qarabaxê bû.

Piştî ku 28 sal ji ser qetlîama wehşîyane û hovane derbas bû re hinek welatên mîna Endonezya, Komareya Çek, Meksîka, Kolombîya û Pakîstan qetlîama ku hat kirin wek jenosîd û qirkirinê qebûl kiribûn; lê belê digel vê yekê civaka navneteweyî ji vê yekê bêdeng ma.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir