• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Kerwana Umudê ya Wanê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber mexdûrîyetên ku erdhej ji wan re bû sedem Kerwana Umudê ya Wanê li herêma erdhejê xebatên alîkarîyê da destpêkirin.

Temsîlkarê Kerwana Umudê yê Wanê Saîd Koç  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref wan ve li herêma erdhejê tên kirin de daxuyanî da.

Koç di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe ên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji roja ku erdhej pêk hatiye vir ve wek Kerwana Umudê li vê derê ne. Me li 6 gundên girêdayê Elbakê xisara ku pêk hatiye tespît kir. Ji ber erdhejê 9 welatîyên me canê xwe ji dest dan. Her wisa li gundan heywan jî telef bûn. Ji ber ku sar û seqem e însan zehmetî dikşînin. Em li vê derê alîkarîyên kolîyê, batanî û alîkarîyên din dikin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir