• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hîzmet-Der: Em ê temamê derfetên xwe ji bo mîtîngê seferber bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya Hîzmet Dera ku li Diyarbekirê xebatên xwe birêve dibe derbarê mîtînga Qudsê ya ku dê vê yekşemê li Diyarbekirê bê tertîpkirin de daxuyanîyek belav kir.

Hîkmet Karamanê rayedarên Hîzmet Derê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Quds paytexta Mislimanan e ku divê temamê Mislimanan li Qudsê xwedî derkevin.

Karaman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew gotina Trump “Quds paytexta îsraîlê ye” li ba Mislimanan ne derbasdar e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Her çi qas Amerîkayê şeytanê mezin û siyonîst îsraîlê ku çêlîyê wî ye, xwe mezinên dinyayê bibînin û diyar bikin Quds paytexta îsraîlê ye jî, em Misliman vê yekê qetîyen qebûl nakin. Em îlan dikin paytexta siyonîst îsraîl ne Quds e, nîvê cehennemê ye.”

Karaman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê ji bo mîtînga Qudsê temamê îmkanên xwe seferber bikin dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê digel dildar û endamên xwe yên Hîzmet Derê bi izna Xwedê roja yekşemê temamê îmkanên xwe seferber bikin û beşdarî mîtîngê bibin. Em temamê xelkê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir