• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
“Divê ji şerê navxweyî ya li Sûrîyê ders û ibret bên girtin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin, şerê Lîbyayê ya navxweyî de nirxandinan kir.

Êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin

Saglam di daxuyanîya ku da de derheqê êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin de destnîşab jur “Li wê herêma ku nêzî 4 milyon kes lê dijîn nexweşxane û wargehên sîwîl bi zanebûn tên hedefgirtin û bi sedan kesên sîwîl ên ku hewl didin ji herêma bombebaranê birevin tên hedefgirtin û tên qetilkirin. Ev tiştên ku tên kirin sûcên şer in. Nêzî 200 hezar kesên sîwîl ên ku ji ber êrîşan revîyan hatin ber sînora Tirkîyê.  Ev yek cardin çareserîya problema koçê anî holê ku çareserî dawîanîna li wê alozîya li herêmên ku jê koç tê kirin e.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de daxuyanîya Rûsyayê “me li Sûrîyê 43 çekên nû ceriband” di bîran xist û derbarê mijarê de wisa nirxandinan kir: “Rûsya, ji roja ku şerê navxweyî dest pê kiriye vir ve temamê mutabaqatên ku hatine îmzekirin binpê kir û bi hezaran kesên sîwîl qetil kir destnîşan kir ku ew li Sûrîyê 43 çekên nû li Sûrîyê ceribandine. Bi eşkere tê famkirin ku Rûsya çekên xwe yên nû li Sûrîyê li ser sîwîlan ceribandiye.  Divê Mahkemeya Cezayê ya Navneteweyî divê li hember van fealîyetên ku sûcên şer in  gavinan bavêje û derheqê çalakîyên Rûsyayê yên li Sûrîyê lêpirsînê bide destpêkirin.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê ji bo li Îdlîbê agirbesta bêwext bê îlankirin Tirkîyê û Îran gavinan bavêjin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Divê herêma Îdlîbê weke berê bibe bi ewlehî.  Ji bilî êrîşên ku tên kirin şert û mercên giran ên zivistanê, şob, peydenekirina xurekê û nexweşî ji wan koçberên ku li ber sînora Tirkîyê bi cî bûne problemeke mezin e ku divê li dijî van jî tedbîr bên standin.”

Şerê navxweyî ya li Libyayê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de şerê navxweyî ya li Lîbyayê de nirxandinan kir û got “Ji pêvajoya Bihara Ereban vir ve li Lîbyayê şerê navxweyî hakim e. Ji ber ku Hafter bi desteka ku ji derve distîne êrîşan dibe li ser navenda hikûmetê ku ev yek jî tesîskirina îstîqrarê asteng dike. Herê dawî berberîya ku ji ber çavkanîyên enerjîyê di Behra Spî de rû da bû sedem ku  rageşîya siyasî ya li Lîbyayê zêdetir bibe. Li Lîbyaya şereke navxweyî ya weke li Sûrîyê pêk tê.  Hêzên navneteweyî ji wan terefên ku li Lîbyayê şer dikin re her cûr alîkarî dikin ku ev yek jî dibe sedem alozî û qeyran berdewam bike. Di wê şerê navxweyî ya ku şîrketên ewlehîya taybet a Rûsya û Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban, bi gotineke din  leşkerên wan ên bi pere sîwîl û navendên koçê tên hedefgirtin. Herî dawî  piştî wê mutabaqata ku di navbera Tirkîye û Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê de hat îmzekirin re  hêzên ku Haftera ku Amerîka û terefdarên wî  destekê didine êrîşên xwe zêde kir.”

Saglam herî dawî destnîşan kir “Divê Tirkîye erka welatê garantor bigire li ser xwe û ji bo teref dest bi gotûbêja siyasî bikin wanan qanê bike. Hekena ew ê Lîbya bibe qada şerê wekaletê û ew ê hilweşandienke ku telafîya wê tune ye pêk were. Divê ji şerê navxweyî ya li Sûrîyê ders û ibret bên girtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir