• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Sêrtê qeydên pêşbirka sîyerê dest pê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê di 2yê Sibata sala 2020an de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne û Jiyana Tetbîqî Jiyana Xwe Bike” li tevahîya Tirkîyê Pêşbirka Sîyerê bê tertîpkirin. Ji ber vê yekê kirarîya qeydê û serîlêdanê ya Pêşbirka Sîyerê Bi Xelaya Umrê ya 2020an a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne û Jiyana Tetbîqî Jiyana Xwe Bike” li Sêrtê dest pê kirin.

Sebahattîn Keleşê Rayedarê Weqfa Evîndarên Pêxember ê ku li Sêrtê Koordînatorîya Îmtîhanê dike, derheqê xebatên pêşbirka sîyerê de  daxuyanî da.

Keleş di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew him ji bo zarokan û him jî bo mezinan hazirîya  pêşbirka sîyerê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku me temamê destûrên xwe yên fermî ji bo pêşbirka sîyerê stand û me dest bi xebatên xwe kir. Di bergeha xebatê de me afîşan bi temamê mekteban ve daleqand û li mekteban jî qeydên me dest pê kirin. Înşaallah em ê li Zanîngeha Sêrtê jî ji bo sîyerê destûr bistînin û standa xwe deynin. Hemd ji Xwedê re qeyd baş in, heta niha zêdetirî hezarî qeyd hatine dkirin. Înşaallah ew ê xebatên em bênavber berdewam bikin.”

Keleş di berdewama axavtina xwe de diyar kir, di vê esra tarîtîyê de pêdivîya me bi hînbûna jiyana Resûlê Xwedê heye û û dûre wiha got: “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember hew didin ku Resûlê Xwedê bê naskirin û exlaqa wî di jiyana însanan de bê tetbîqkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir