• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Meksîkayê di nav çenteyan de 25 cesed hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Tlajomulcoya bajêra Jalîscoya parêzgeha Meksîkayê ji nava 52 çenteyan 25 cesed derketin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li Tlajomulcoya ku lê tiryakfiroş herî bi hêz in pêk hatiye. Tê diyarkirin piştî operasyoneke ku hatiye kirin ev agahîya cesedan hatiye wergirtin.

Li Meksîkayê ji sala 2006an vir ve di encama micadeleya ku li dijî tiryakfiroşan tê dayîn de zêdetirî 300 hezar kes canê xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 340 hezar kes ji cihê xwe bûn û ji nêzî 40 hezar kesî xeber nayê standin.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir