• DOLAR 32.564
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2445.831
  • ...
Li Îranê xwepêşan berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Îranê xwepêşanên ku piştî zama ku li benzînê hat kirin re dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber zama ku li benzînê hat kirin li Tahran, Kîrmanşah, Hurremabad, Ahvaz, Şîraz, Yezd, Meşhed, Îsfahan, Kerec, Tebrîz, Behbehan, Kaîmşehr, Kazrun, Îslamşehr û Şehrîyana Îranê xwepêşandêr daketin kolanan  û qerara zamê ya ku li benzînê hat kirin protesto kirin.

Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin. Tê diyarkirin di encama midaxeleya ku ji teref hêzên ewlehîyê ve hat kirin de zêdetirî 1000 kes hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir