• DOLAR 32.319
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2308.957
  • ...
Xamaney: Ji malê kamûyê re zirardayîn karê fitnekaran e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îranê xwepêşanên ku piştî zama ku li benzînê hat kirin re dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber zama ku li benzînê hat kirin li Tahran, Kîrmanşah, Hurremabad, Ahvaz, Şîraz, Yezd, Meşhed, Îsfahan, Kerec, Tebrîz, Behbehan, Kaîmşehr, Kazrun, Îslamşehr û Şehrîyana Îranê xwepêşandêr daketin kolanan  û qerara zamê ya ku li benzînê hat kirin protesto kirin. Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de xwepêşandêrên ku daketin kolanan heta niha zêdetirî 100 bankayan û 75 navendên danûstandinê şewitandin. Tê diyarkirin di encama midaxeleya ku ji teref hêzên ewlehîyê ve hat kirin de zêdetirî 1000 kes hatiye binçavkirin.

Xamaneyê Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê destek dan zama ku li benzînê hatiye kirin û derbarê bûyer û geşedanên ku ji ber zamê rû dan de nirxandinan kir.

Xamaney di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir “ Hinek welatî dibe ku ji ber vê qerarê bibin xwedî endîşe û dibe ku zirar bigihijî wan. Lê belê tahrîbkirin û şewitandina malên kamûyê  ne karê welatîyan a fitnekaran e. Ew kesên ku dijminê Îranê û Şoreşa Îslamî ne destekê didin van şewitandin û tahrîban.”(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir