• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Alîkarê Serokê Amerîkayê: Ez ji bo rawestandina îşxalê diçim Tirkîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hûrgilîyên ziyareta Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê diyar bûn. Pence digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo, Şewirmendê Ewlehîyê ya Neteweyî yê Qesra Spî Robert O'Brien û Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey îro tê Tirkîyê.

Li gorî daxuyanîya ku hatiye belavkirin ew ê Mîke Pence bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Pence berîya ziyareta ku bike daxuyanîyeke balkêş da. Penceyê ku diyar kir ew ê bi talîmata Trump biçe serdana Tirkîyê di daxuyanîya xwe de wisa got: “Ez diçim Tirkîyê da ku banga rawestandina îşxalê û demildest tetbîqkirina agirbestê li wan bikim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir