Walîtî: Di encama êrîşa ku li Nisêbînê hat kirin de hejmara sîwîlên ku mirin derket 8an
Walîtîya Mêrdînê destnîşan kir, di encama êrîşa ku li Nisêbînê ji teref PKK/PYD-YPGyîyan ve ji Qamişlo hat kirin de hejmara sîwîlên ku canê xwe ji dest dan derket 8an û 35 kes jî birîndar bûn.
![Walîtî: Di encama êrîşa ku li Nisêbînê hat kirin de hejmara sîwîlên ku mirin derket 8an](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/5yrwno8T6bmOyCW5fPfW2ykbD8g=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/19/41/waliti-di-encama-erisa-ku-li-nisebine-hat-kirin-de-hejmara-siwilen-ku-mirin-derket-8an-20010c5b.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Doh ji Qamişlo ji teref PKK/PYD-YPGyîyan bi hawanan êrîş li navenda Nisêbînê hatibû kirin. Di encama êrîşa ku hatibû kirin de gelek kes canê xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.
Derbarê êrîşa ku ji teref PKK/PYD-YPGyîyan ve hat kirin de ji teref Walîtîya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat belavkirin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama êrîşa ku li Nisêbînê ji teref PKK/PYD-YPGyîyan ve ji Qamişlo hat kirin de hejmara sîwîlên ku canê xwe ji dest dan derket 8an û 35 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)