• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Em doza Qudsê wek doza dibînin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Munîr Saîdê ji rayedarên Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê, Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ziyaret kir.

Munîr Saîdê ji rayedarên Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî, ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê û ji teref rayedarên HUDA PARê ve hat pêşîwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de derbarê geşedanên herî dawî yên li Qudsê, qetlîamên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin, peymana îxanetê ya ku bi navê “Peymana Sedsalê” tê binavkirin de gotûbêj hatin kirin.

“Elbet ew ê ji nav ummetê Selahaddînek derkeve”

Di ziyareta ku hat kirin de Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir, doza Filistînê doza ummetê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Quds qibleya ewil a Mislimanan e. Dema ku Selahaddînê Eyyûbî hazirîya fetha Qudsê dikir, pîrekên Kurdan jî ji bo Qudsê bêhnên xweş û lembeyên donê amade dikirin. Elbet ew ê ji nav ummetê Selahaddînek derkeve. Em jî wan hazirîyên ku di pêvajoya fetha Qudsê de dihatin kirin dikin. Înşallah ew ê Quds cardin bê fetihkirin. Li gorî me doza Qudsê bes ne doza Filistînîyan e, doza ummetê ye. Ji ber vê yekê em doza Qudsê wek doza xwe dibînin”

 “Divê li çar alîyê cîhanê Misliman nîşan bidin ku ew li doza Qudsê xwedî derdikevin”

Munîr Saîdê ji rayedarên Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî jî di ziyareta ku kir de destnîşan kir, divê Misliman li ser xalekî kom bibin û bibin yek û doza Filistînê di rojevê de bigirin. Saîd dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xerbî wekek ku di mînaka Sîsîyê darbeker de xuya dibe, wan birêveberên qaşo yên Ereban didin pey xwe û destekê ji wan distînin û dixwazin bi “Projeya Sedsalê” Filistînê ji holê rabikin. Ew ê qeweta wan têra vê yekê neke.  Mislimanên  Filistînî bi izna Xwedê ew ê li ber xwe bidin, li ser pîyan bisekinin û vê projeyê ji holê rabikin. Divê li çar alîyê cîhanê Misliman nîşan bidin ku ew li doza Qudsê xwedî derdikevin. Quds ji şîarên Îslamê ye.  Ji bo Quds azad bibe ew ê muheqqeq ji nava Mislimanan Selahaddîn derkevin.”

Saîd di dawîya axavtina xwe de ji ber minasebeta wefata Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê merhûm Mehmet Yavuz serxweşîyên xwe anî zimên û ji camîaya HUDA PARê sebrê teleb kir.(ÎLKHA





Bu haberler de ilginizi çekebilir