• DOLAR 32.354
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2304.141
  • ...
Piştî 5 salan ji bo lawê xwe yê ku hatibû revandin dîsa dest bi çalakîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hejmara malbatên ku  zarokên wan hatine revandin li serê çiyê û li ber avahîya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin her ku diçe zêdetir dibe. Îro malbateke din jî beşdarî çalakîyê bû û hejmara malbatan derket 25an.

Mehmet Tokayê ku bavê Omer Tokay e û beşdarî çalakîyê bûye derbarê lawê xwe yê ku hatiye revandin de daxuyanî da, destnîşan kir lawê wî di sala 2011an de ji teref BDPê ve bi hinceta pîknîkê hatiye revandin û dema ku lawê wî hat revandin hêj 14 salî bû.

 “Di sala 2014an de me 4 mehan çalakî li dar xist”

Mehmet Tokay di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew lawê xwe dixwaze û dû re wiha li axavtia xwe zêde kir: “ Dema ku lawê min mekteb dixwand û 14 salî bû ji teref BDPê ve li Şirnexê pîknîk hat tertîpkirin. Ew jî beşdarî wê pîknîkê bû û ma cardin nehat.Em beşdarî wan çalakîyên ku li ber şaredarîyê dihatin lidarxistin bûn û me zarokê xwe teleb kir. Wê demê wî derxistin televîzyonê û wî derheqê çalakîya ku me li dar dixist de dan xeberdan.  Li wê derê digot ku wî gelek zêde berîya dê û bavê xwe kiriye.  Diyar bû dema ku xeber dida di bin zextê de bû. Di sala 2014an de me 4 mehan çalakî li dar xist. Îro jî ez li vê derê me û li vê çalakîya ku tê lidarxistin rûniştîme.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir