• DOLAR 32.257
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2404.113
  • ...
Li Sûdanê di du heftîyên dawî de ji ber lehîyên ku rabûn 46 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Sûdanê ji ber barana ku ev bû du heftî dibare lehî rabû, di encama lehîyên ku li war û herêmên cûrbecûr rabûn de heta niha 46 kes jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Wekîlê Wezîrê Tenduristîyê yê Sûdanê Silêman Abdulcebbar ve ji SUNAya ajansa fermî ya xeberan re daxuyanîyek hat dayîn. Abdulcebbar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ji ber baranê 18 parêzgeh bi şikleke menfî tesîrdar bûne û gelek mal di bin avê de mane û xera bûne.

Abdulcebbar di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li Sûdanê ji ber barana ku ev bû du heftî dibare lehî rabû, di encama lehîyên ku li war û herêmên cûrbecûr rabûn de heta niha 46 kes jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir