• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Otomobîl gindirî şarampolê: 3 mirî 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  li Aksarayê otomobîlek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de  yek jê zarok tevde 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 06.30î de li ser 30emîn Rêbeja Aksaray-Enqerê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 09 TM 389 a ku ajokarê wê Veysel Akgun bû ji kontrolê derket û gindirî şarampolê.

Di qezaya ku pêk hat de  ji heman malbatê yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan û yek jê zarok tevde 4  kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir