Rêwîtîya vegerê ya Stenbolîyan dest pê kir
Rêwîtîya welatîyên ku li Stenbolê dijîn û betlanaya xwe li derveyî Stenbolê derbas kirin dest pê kir.

Hat ragihandin rêwîtîya welatîyên ku li Stenbolê dijîn û betlanaya xwe li derveyî Stenbolê derbas kirin dest pê kir. Li ser Rêbeja Tekîrdag-Stenbolê rêzên gelek mezin ên wesayîtan pêk hat.
Her wisa li ser rêyên Balikesîr û Edremîtê jî rêzên dirêj ên wesayîtê pêk hatin. Ji ber ku wesayît gelek zêde ketibûn rêyan li hinek deran rê hatin girtin.
Ji bo qelebalix çênebe û welatî bi şiklekek rihet karibin vegerin malên xwe polês bênavber dixebitin.(ÎLKHA)
Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06