• DOLAR 32.6
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2491.072
  • ...
Îranê stoka uranyumê derxist 370 kîloyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Berdevkê Sazîya Enerjîyê ya Atomê ya Îranê Behruz Kemalwendî  ve derbarê uranyuma Îranê de daxuyanîyek hat belavkirin. Kemalwendî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew stoka xwe ya uranyuma meyandî derxistine 370 kîloyan.

Kemalwendî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ew ê stoka xwe ya ava giran jî derxin lis er 130 tonî û di vî warî de ji bo wan tun sînor tune ye.

Li gorî peymana ku di sala 2015an de di  navbera 5 endamên daîmî ya Konseya Ewlehîya Ewrûpayê û Îranê de hat kirin Îran dikare herî zêde 300 kîlogram uranyuma meyandî stok bike. Lê belê piştî ku Amerîka ji peymanê vekişîya re Îran destnîşan kir ew ê li gorî peymanê hereket nekin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir