• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Rêberê Cemaata Hîzbûllah ji bo Şehîd Muhammed  Mursî peyama tazîyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbûllah, di peyama xwe ya tazîyê ya ku ji bo Şehîd Muhammed Mursî belav kir de daxwaz kir ku ew hêvî dike şehadeta Mursî bereket têxe nava xebat û muqawemeta hevalên wî yên dozê.

Gumuş di destpêka peyama xwe de Ayeta 23emîn a Sûreya Ahzabê “Di nav Muminan de gelek mêrxas hene soza ku dan Xwedê, bi cî anîn û hinek ji wan jî li benda bicîanîna soza xwe ne. Ew tu carî soza xwe bi tu guhartinê neguhartine” di bîran xist û destnîşan kir “Mursî jî ket nava wê kerwana şehîdan a ku ew bi hesreteke mezin li benda bû û bi rûyekî spî çû hizûra Rebbê xwe.”

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir “Tu gotineke me ji ber xebera wefata Muhamed Mursî ji bo malbat û hevalên wî yên dozê tune ye. Ew ev bû 80 sal ku bi zindan, muhacerat, îşkence û şehadetê re rû bi rû mane û bi van dijîn. Ew  ji hemû kesî zêdetir dizanin ku di micadelê de ev tişt hene.

 Bi izna Xwedê ew ê micadeleya Mursî nexasim yên 6 salên dawî dê bibe wesîleya  vebûna pêşîya Mislimanan.

Mursî tu carî teklîfên ku jê re hatin kirin qebûl nekir, serê xwe netewand, tawîz neda û bi vê yekê bû wesîle ku rûyên munafiq, zalim û kafiran wek rojê derkeve holê.

Em hêvî dikin ku Misliman ji vê yekê ders û ibretê bistînin, van kesan nas bikin û li gorî vê yekê di temamê heyata xwe de helwest û bertekên xwe nîşan bidin.

Em hêvî dikin şehadeta Mursî bereket têxe nava xebat û muqawemeta hevalên wî yên dozê.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir