• DOLAR 32.393
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2326.28
  • ...
Ahmed er-Raysûnî: Şehadeta Mursî ji bo serokên Ereban ên ku hevkarîyê dikin şerm e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê  Ahmed er-Raysûnî ve derbarê şehadeta Şehîd Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê  de daxuyanîyek hat belavkirin. Er- Raysûnî di daxuyanîya xwe ku belav kir de destnîşan kir “Şehadeta Mursî ji bo wan serokên Ereban ên ku hevkarîyê dikin û ji şehadeta Mursî bêdeng dimînin şerm û fedî ye. Dîsa şehadeta Mursî, ji bo Sîsîyê ku fermana mirina masûmên bi şeref  daye şerm û fedî ye.”

Raysûnî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Muhammed Mursî ev bû 6 sal ku di hepisxaneyan de îşkenceyan didît. Ew ê her tim ew bê bîranîn. Wî dibirin û dianîn mehkemeyan û tinazên xwe pê dikirin. Ev bû 6 sal ku ew parçe parçe kuştin.”

Raysûnî di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir; rejîma Siûd û Mîrnişînîyên Yekbûyî yên Ereban a ku destek dan darbê û her wisa Misirî, Lîbyayî, Yemenî û Sûdanî bûn sedema şehadeta Mursî.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir