• DOLAR 32.348
  • EURO 35.153
  • ALTIN 2308.536
  • ...
Ahmed Muhammed Mursî: Nehiştin tu kes beşdarî merasîma definkirina bavê min bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misirê  di bin ewlehîyên zêde de derdora seat 05.00an de hat definkirin.

Cenazeya Mursî li rojhilata Qahîrê  li semta Medînet Nasrê li qebristana ku murşîdên Birayên Îxwan lê ne hatiye definkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin destûr nehatiye dayîn ku ji bilî malbat û parêzerê Mursî tu kesê din beşdarî merasîma cinazê bibe.

Ahmed Muhammed Mursîyê lawê Şehîd Muhammed Mursî di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “Bavê min Muhammed Mursî li gorî me şehîd e û niha li hizûra Xwedê ye. Ew ê dijmin derkevinn hizûra Xwedê. Me li nexweşxaneya zîndana Lîman Tarrayê bedena wî şûşt. Nimêja wî ya cinazê jî li heman zîndanê di mescîdê de eda kir. Ewlehî nehişt ku em bavê xwe li qebristana malbatê ya li Şarqîyyeyê veşêrin.  Ji ber vê yekê me bavê xwe li rojhilata Qahîrê  li semta Medînet Nasrê li qebristana ku murşîdên Birayên Îxwan lê ne defin kir.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir