• DOLAR 32.258
  • EURO 34.697
  • ALTIN 2394.073
  • ...
Di navbera  malbatan de pevçûn: 6 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Sêwereka  navçeya Rihayê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûna ku derket û di qezaya ku piştî pevçûnê pêk hat de tevde 6 kes mirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Çeltîka taxa Sêwereka Rihayê di navberên kesên ku endamên Eşîra Îzol bûn û nasên hev bûn de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Dema ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê di rêya nexweşxanê de qeza pêk hat û di vê qezayê de 2 kesên ku wesayîtê li wan de jiyana xwe ji dest dan.

Polês û cendirmeyan li derdora nexweşxaneya ku birîndar lê tên dermankirin tedbîr standin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir