Dibe ku 2 milyon Sûrîyeyî werin Tirkîyê
Koordînatorê Alîkarîya Însanî yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzîs destnîşan kir, dibe ku nêzî 2 milyon Sûrîyeyî ji Îdlîbê werin Tirkîyê.
Ji teref Koordînatorê Alîkarîya Însanî yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzîs ve di warê penaberên Sûrîyeyî de hişyarî li Tirkîyê hat kirin.
Panos di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, dibe ku nêzî 2 milyon Sûrîyeyî ji Îdlîbê werin Tirkîyê.
Panos di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “ Fikara me ev e; ger şer û pevçûn berdewam bikin bi sedhezaran, milyonek an jî du milyon penaberên Sûrîyeyî ji Îdlîbê werin Tirkîyê.”(ÎLKHA)