Bahçelî: “Li Tirkîyê Kurdistan û Lazistan tune ye”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelîyê ku qala gotinên Bînalî Yildirim a derbarê Kurdistan û Lazistanê kir destnîşan kir “Li Tirkîyê Kurdistan û Lazistan tune ye. Ew ê ji niha pê de jî tune be.”
Namzedê Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin ê Stenbolê yê AK Partîyê Bînalî Yildirim di ziyareta ku li Diyarbekirê kiribû de destnîşan kiribû, dema ku Ataturk ji bo meclîsa temsîlkaran bang kiribû di nav wan kesên ku hatibûn meclîsê de mebûsên Kurdistan û Lazistanê jî hebûn.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelîyê ku qala gotinên Bînalî Yildirim a derbarê Kurdistan û Lazistanê kir destnîşan kir “Li Tirkîyê Kurdistan û Lazistan tune ye. Ew ê ji niha pê de jî tune be.Ew kesên ku dixwazin ev hebin dê her tim li hember xwe Hareketa Neteweperest bibînin.”(ÎLKHA)