Li Tirkîyê mirinên ji ber bikaranîna tiryakê zêde dibin
Ajansa Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir li Tirkîyê mirinên ku ji ber tiryakê pêk tên her ku diçe zêdetir dibin.
Ji teref Ajansa Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî ve derbarê mirinên ku li Tirkîyê ji ber tiryakê pêk tên de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derabrê mijarê de hat destnîşankirin li Tirkîyê mirinên ku ji ber tiryakê pêk tên her ku diçe zêdetir dibin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Derve di sala 2011an de 105 kes û di sala 2016an de jî 941 kes ji ber bikarîna tiryakê li Tirkîyê jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)