Temsîlkarên partîyên siyasî yên li Kurdistanê ji bo pîrozbahîya îdê çûn ziyareta HUDA PARê
Temsîlkarên partîyên siyasî û birêvebirên hinek sazîyên civaka sîwîl yên li Kurdistanê ji bo pîrozbahîya îdê çûn ziyareta HUDA PARê.
Hat ragihandin Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Nîzamettîn Taş, Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistan Tirkî Rojhat Amedî, Midûrê Îyadîyê Nehyeya girêdayê Telaferê Neşat Sadiq Muhammed, Endamên Partîya Hareketa Îhsan û Edaletê Tariq Huseyîn Îkrîş, Serokê Komeleya Alîkarîya Civakî ya Kummê Elî Huseyîn Muhammed, çend rsîpî û karsez ji bo pîrozbahîya îdê çûn ziyareta Temsîlkarê HUDA PARê ya li Hewlêrê.
Mêvanên ku hatin serdana HUDA PARê ji teref Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Evdissemed Yalçin û partîyîyan ve hatin pêşîwazîkirin.
Yalçin ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û îda mêvanan pîroz kir.
Yalçin piştî ziyareta ku hat kirin re derbarê ehemîyeta hebûna HUDA PARê ya li herêmê de nirxandinan kir û destnîşan kir “ Ez ji wan kesên ku hatine ziyareta me re teşekur dikim. Mêvanên me di ziyareta ku li me kirin de ji me re kêfxweşîyên xwe yên ji ber vekirina temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê anîn zimên. Em jî dibêjin divê HUDA PAR li herêmê hebit.” (ÎLKHA)