Serokê Giştî yê HUDA PARê malbatên şehîdan ziyaret kir
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta îda Remezanê qebrên şehîdan û malbatên şehîdan ziyaret kir û îda wan pîroz kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam û heyeta pê re ji ber minasebeta îda Remezanê qebrên şehîdên ku di salên 90î de ji teref hezên tarî ve hatibûn şehîdkirin û malbatên wan ziyaret kir û îda wan pîroz kir.
Saglam pêşî li Sûra Diyarbekirê li Taxa Lalabeyê malbata Şehîd Abdulhekîm Akturk ziyaret kir. Saglam ji teref malbata şehîd ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku hat kirin de Saglam îda malbata şehîd pîroz kir.
Saglam dû re çû gundê Karakîlîsê û çû ser qebra Şehîd Hayatî Eren, Şehîd Selahaddîn Aktaş û Şehîd Resûl Ekîncî û li ser rûhê wan fatîha xwend.
Piştî ziyareta qebran Saglam û lijneya pê re çûn ziyareta Mahmut Aktaşê mûxtarê berê yê gund. Saglam di ziyareta ku kir de îda muxtarê berê pîroz kir.
Piştî ziyareta ku li vê derê hat kirin re Saglam vêcar jî çû îda Zulkuf Alkanê bavê Şehîd Selahaddîn Alkan û îda wî pîroz kir. (ÎLKHA)