• DOLAR 32.568
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2445.144
  • ...
Di êrîşên koalîsyona Siûd de 77 kes hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên Siûd ên li hember Yemenê bênavber berdewam dikin. Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref Siûd ve li Yemenê hatin kirin de pîrek û zarok di nav de tevde 77 kes hatin qetilkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di encama êrîşên ku ji teref Siûd ve li Sanaya Yemenê hatin kirin de tevde 77 kes hatin qetilkirin.

Her wisa tê diyarkirin di êrîşeke ku hat kirin de temamê ferdên malbatekê hatine qetilkirin.

Midûrê Ofîsa Mafên Însanan a Yemenê derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir; xwedîyê xanî  bi felç bû û aşpezek bû, ew digel xanim û zarokên xwe di bin enqazê de mirî hatin dîtin.

Yusuf el Hadîrîyê Berdevkê  Wezareta Tenduristîyê jî derbarê mijarê de diyar kir  di êrîşa ku hatin kirin de 71 kes birîndar bûn ku 27 van zarok û 17ê van jî pîrek in.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir