Qamyona ku penaberan vediguhast qulibî: 5 mirî 39 birîndar
Qamyona ku penaberan vediguhast li ser Rêbeja Wan-Erdîşê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin qamyona ku penaberan vediguhast li ser Rêbeja Wan-Erdîşê ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Wan-Erdîşê li Taxa Agartiyê pêk hat.
Penaberên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)