• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê Darbeya 28ê Sibatê de peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta salvegera 22yemîn a Darbeya 28ê Sibatê, Îshaq Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê  peyamek weşand.  Saglam di peyama ku weşand de destnîşan kir mexdûrîyetên ku ji ber 28ê Sibatê pêk hatine hêj berdewam dikin, ji bo tesîrên 28ê Sibatê bên paqijkirin divê hafizaya dewletê bê sererastkirin.

Saglam di berdewama peyama xwe de diyar kir di 28ê Sibatê de ji teref hêzên tarî ve nirx, azadî û îradeya millet hat hedefgirtin û bi hikûmeta wê heyamê ya ku berdewam kir mexdûrîyetên mezin bi xelkê hatine jiyandin û hêj tesîrên Darbeya 28ê Sibatê berdewam dikin.

“Darbeya 28ê Sibatê li nirx, bawerî, azadî û çanda xelkê hat kirin”

Îshaq Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi çavê “mudaxeleya leşkerî li hikûmetê” li Darbeya 28ê Sibatê neyê mêzekirin û dû re weha li  peyama xwe zêde kir: “Tesîrên 28ê Sibatê hêj berdewam dikin ku sedema vê yekê naveke rast lê nekirin û ew xeletîyên ku di bergeha tedbîrên ku li dijî vê yekê hatine standin de hatine kirin e. Darbeya 28ê Sibatê li nirx, bawerî, azadî û çanda xelkê hat kirin. Divê ev yek wisa bê zanîn da ku pêvajo hêj tesîra xwe nedomîne.”

 “Ger tê xwestin tesîrên 28ê Sibatê bên paqijkirin, ji bo temamê mexdûrîyet bên çareserkirin divê gavên bi leztir bên avêtin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir  bi vê darbê tahrîbata herî mezin di hafiza û hişê dewletê de hat kirin û dû re wiha li got: “Bi darbeya ku hat kirin, ew kesên ku ji xelkê  re xizmetê dikirin di arşîvan de wek terorîst û ew kesên ku li ser welêt lîstikan lîstin jî wek ‘welatperwer’ hatin qeydkirin. Ger tê xwestin tesîrên 28ê Sibatê bên paqijkirin, ji bo temamê mexdûrîyet bên çareserkirin divê gavên bi leztir bên avêtin”

Saglam di dawîya peyama xwe de diyar kir divê bi wê hinceta refleksa dewletê ya parastinê  edalet ji kes û mekanîzmayê re neyê qurbankirin û dû re wiha dawî peyama xwe anî:“Xweda tu carî  xelkê me bi van rojên tarî re rûbirû nehêle û mexdûrîyetên ku berî niha ji ber vê yekê pêk hatine ji holê rabike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir