• DOLAR 32.331
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2295.889
  • ...
SON DAKİKA
Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li ser telefonê hevdîtinek kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin “Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan bi telefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerîya. Di hevdîtina ku hat kirin de rageşî û gengeşîya ku di van rojên dawî de di navbera Pakistan û Hindistanê de rû da ye û geşedanên herêmî hatin gotûbêjkirin.”

Îmran Xan jî di daxuyanîya ku da destnîşan kir “ Emê bi dostên xwe re di nav pêwendîyê de bin û ji bo rageşî bê kêmkirin em ê ji wan alîkarîyê teleb bikin. Ez ê Serokomarê Tirkîyê jî ji bo vê yekê bigerim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir