• DOLAR 32.508
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2429.921
  • ...
“Heta ku ji darbeyan hisab neyê pirsîn dawî dê li zinhiyeta darbeker neyê anîn”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Cemîyeta Mustazafan ve ji ber minasebeta salvegera darbeya 28ê Sibatê peyamek hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew tiştên ku ji teref darbekerên 28ê Sibatê ve berî vê 22 salan bi serê xelkê hat anîn hêj di hişan de cihê xwe muhafeze dike û ew îhlalên mafan ên ku di wê heyama tarî de hatin kirin nesleke ku îstîqbala welêt e heder kir.

Di berdewama  peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin di encamên darizandinên bêhiqûq de  bi hezaran kesên masûm hatin avêtin zindanan, xwendekar ji mektebên xwe hatin dûrxistin, memûr îjî ji wezîfeyên xwe hatin dûrxistin ku ev kesên di wê heyama tarî de hatine mexdûrkirin li benda tesîsbûna edaletê ne.

“Ji şaxa darbê ya siyasetê, îqtîsadê û medyayê hisab nehat pirsîn”

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: “ Ew kesên ku digotin ew ê ev pêvajo dê hezar sal berdewam bike di wîcdana raya giştî de hatin mehkûmkirin. Lê belê ji wan aktorên darbeya 28ê Sibatê ya ku di pey wê de eqla siyonîst û emperyalîst hebû û bi vê darbeyê nasnameya Îslamî dihat hedefgirtin bi şikleke kamil hisab nehat pirsîn.Dîsa ji şaxa darbê ya siyasetê, îqtîsadê û medyayê hisab nehat pirsîn.”

 “Divê ew mezlûmên ku bi darizandinên bêhiqûq hatine hepskirin bê dayîn”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê temamê mexdûrîyetên ku ji ber darbeya 28ê Sibatê derketine holê bên çareserkirin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Divê di serî de ew hafizaya dewletê ya ku ji teref darbekerên 28ê Sibatê û komên mîna wan ên wesayîtker ve hatiye amadkeirin pê paqijkirin. Divê ew astengîyên ku di lêpirsînên ewlehîyê de ji ber vê hafizê derdikevin holê bên rakirin û dawî li mexdûrîyetên ku ji ber vê heyamê derdikevin holê bê anîn.Dîsa divê ew mezlûmên ku bi darizandinên bêhiqûq hatine hepskirin bê dayîn

Di dawîya peyamê de hat diyarkirin ew temennî dikin ku ev dîroka makûs cardin dubare neke.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir