• DOLAR 32.554
  • EURO 34.923
  • ALTIN 2438.68
  • ...
Îmtîhana Sîyerê ya bi xelata Umrê bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji sala 2010an pê de her sal bi rêk û biçûk û mêzin, jin û mêr û ciwan û extîyar gelek kes beşdarî îmtîhan sîyerê dibin.Dê û bavên zarokên biçûk jî digel wan hatin mektebên ku dê zarokên wan bikevin îmtîhanê.

Sala borî îmtîhan Sîyera Nebî li 60 navendî hatibû tertîbkirin, lê belê îsal wê li 74 bajêran û 283 navçeyan  bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan hat tertîbkirin. Ji bo îmtîhanê cihê jin û mêran hat veqetandin û cihên ketina îmtîhanê bi SMSê ji beşdarvanan re hat şandin.

Îmtîhan tevde ji 4 kategorîyan pêk tê û di îmtîhanê de 100 pirs hatin kirin û ew ê xeletî rastîyan bibin.

Di encama îmtîhanê de dê ji 5 kesan re xelata umrê û ji 2 hezar kesan re jî xelatên cûrbecûr bên dayîn.

Îmtîhana ku bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan hat tertîpkirin bi dawî bû.

Bersivên pirsan dê di navbera seatên 17.00-19.00an de di Rehber TVyê de bên weşandin. Ew ê pirs û bersivên îmtîhanê ji ser sepana mobîlê ya Dogru Haberê karibin bên daxistin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir