• DOLAR 35.462
  • EURO 36.587
  • ALTIN 3055.25
  • ...
Tirkîye: Em wê êrîşa ku li Îranê hatiye kirin bi şiddet şermezar dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê ve derbarê êrîşa ku doh êvarî li Îranê hat kirin de daxuyanîya şermezarkirin û tazîyê hat weşandin. Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin “ Em bi xemgînî hîn bûn ku li hember leşkeran li Îranê êrîşek hatiye lidarxistin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ji Xwedê ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikin. Em peyama xwe ya sersaxîyê ji gel û hikûmeta Îranê re tînin zimên.”

Di êrîşa ku doh êvarî li Sistan-Belûcistana Îranê li leşkeran hat kirin de 27 leşker jiyana xwe ji dest dan û 13 leşker jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir