• DOLAR 32.549
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2424.423
  • ...
Selmanê xulam û xizmetkarê Amerîka û siyonîstan derket ser Kabê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bîb Selmanê Welîahdê Siûdîyan digel 600 parêzvanên xwe Kabê  ziyaret kir. Selman di dema ziyaretê de derket li ser banê Kabê ku ev yek bû sedema reaksîyonan. Lewra hatin û derketina wî ya li ser banê Kabê bû sedem ku Mislimanan nikaribin îbadetên xwe bikin.

Ev helwesta Bîn Selmanê ku ji roja li welêt kontrolê xistiye destê xwe vir ve di bin navê modernîzasyonê de Mislimanan ji nirxên Îslamî dûr dixe, alim û pêşewayên  davêje girtîgehan û îşkenceyan bi wan dide kirin û xulamtîya Amerîka û siyonîstan dike bêwate hat dîtin.

Di vîdyoya ku di qenela dewletê ya Siûdî hat weşandin de hat dîtin vîdyo pêşî bi sernava “Prensê Siûdî Kabê ziyaret kir” hat weşandin, piştî bertekên tund ên ku hatin nîşandan re heman vîdyo bi sernava “Prensê Siûdî xebatên li Kabê teftîş kir” hat weşandin.

Prens Îbnî Selmanê xulam û xizmetkarê Amerîka û siyonîstan di wextên şeveqê de digel Sudeysîyê Melayê Kabê yê ku terefdar û hezkirîyê Amerîkayê û çend rayedaran hat Kabê. Li derdora Kabê digel ku gelek avahîyên bilind hebe jî xulam û xizmetkarê Amerîka û siyonîstan derket li ser banê Kabeya mala Xwedê ku hêj derbarê vê bûyerê de daxuyanîyeke ku mirovan tatmîn bike nehat dayîn.

Zêdetirî 600 polisî ji ber xulam û xizmetkarê Amerîka û siyonîstan Prens Îbnî Selman dora Kabê girtin û nehiştin ku Mislimanên ku ji bo umrê hatine îbadetên xwe eda bikin. Ev helwesta Selman di alema Îslamê de bû sedema bertekan.

Hinek bikarhênerên medyaya civakî derbarê mijarê de diyar kirin ev yek qûstaxî ye ku heta niha qralên Siûd ji vê yekê re cesaret nekiribûn.”

Gelek alim, nivîskar û aktîvîst jî derbarê mijarê de diyar kirin “Selmanê ku nîşaneya kibr û qustaxîyê ye çawa dikare serkeve li ser banê Kabê, ji vê yekê re çawa destûr hat dayîn? Demildest bila hinceta wê bê gotin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir