• DOLAR 32.452
  • EURO 34.49
  • ALTIN 2471.736
  • ...
Rûhanî: Ger êrîş berdewam bikin em ê mafên xwe yên navneteweyî teleb bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî li ser sînora Pakistanê li parêzgeha Sistan û Belûcistanê êrîşa bombeyî li otobusa ku leşkerên şoreşê vediguhast hat kirin û di êrîşê de 27 leşkerên şoreşê jiyana xwe ji dest dan û 13 leşker jî birîndar bûn.

Derbarê vê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de ji teref Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve daxuyanîyek hat dayîn. Rûhanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê di demeke nêz de temamê kesên ku berpirsiyarên vê êrîşa xaîn in û kesên ku piştgirîyê dane wan êrîşkaran dê bên cezakirin.

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de bang li welatên cîran kir û got “divê welatên cîran di çarçoveya cîrantîya baş de wezîfeyên xwe yê yasal bi cî bînin.” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger êrîş berdewam bikin em ê mafên xwe yên navneteweyî teleb bikin.”

Rayedarên Îranî jî ji êrîşa ku hat kirin re wisa bertek nîşan dan:

Alîkarê Serokomarê Îranç Îshaq Cîhangîrî: “Di bingeha vê êrîşê de ji xelkê Îranê tolhildan heye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî: “Ew ê tola şehîdan bê standin.”

Midûrê Navenda Zanist û Darul Ulumê yê Ehlî Sunnetê û Melayê Mizgefta Mekî yê Zahedanê Molewî Abdulhamîd Îsmaîk Zehî jî êrîşa ku doh êvarî hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir