• DOLAR 32.381
  • EURO 34.696
  • ALTIN 2402.809
  • ...
Rezaleta "Roja Eraqê ya Cîhanê" ya li Edenê hat betalkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ew rezaleta "Roja Eraqê ya Cîhanê" ya ku her sal di meha berfanbarê de li Edenê dihat tertîpkirin  hat betalkirin.  Sazîyên civakî yên siwîl ên ku li Edenê fealîyetên xwe birêve dibin û Edeneyî berî niha ji vê organîzasyona eraqê ya ku Pêxemberê me ew wek "dayika pîsîtîyan" wesfandiye re bertek nîşan dabûn.

Ev organîzasyona ku sala borî di bin navê "Mihricana Eraqê" de hatibû tertîpkirin ji ber bertekên ku hatin nîşandan îsal hewl hat dayîn di bin navê " Mihricana Şalxam û Kebaba Edenê" de bê terîtpkirin.

Di vê rezaleta ku her sal duyemîn şemîya meha berfabarê dihat tertîpkirin de jin û mêr tevlîhev dibûn û ji êvarî heta şeveqê eraqê vedixwarin.

 Xelkê ku ji vê rezaletê re dibû şahid destnîşan dikir ku bi vê organîzasyonê tê xwestin ku xort bibin mubtelayê eraqê ku xelk ji ber vê yekê bang li STKyên xwedî hessasîyet û Heyva Kesk kiribû da ku ji organîzyona ku tê tertîpkirin re bertek bê nîşandan.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Edenê ve daxuyanîyek da û destnîşan kir ji ber nîzam û ewlehîya kamûyê û ji ber ewlehîya can û mal organîzasyon hatiye betalkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir