• DOLAR 32.244
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2407.67
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember dîroka îmtîhana sîyerê ya bi xelata umre daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve dîroka îmtîhana sîyerê ya bi xelata umre hat daxuyandin. Weqfê derbarê îmrîhana ku dê di 17ê Sibata sala 2019an de bê tertîpkirin de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin  îmtîhana sîyerê ya bi xelata umre ya ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin îsal dê di 17ê Sibata sala 2019an de bê tertîpkirin û di encama îmtîhana ku dê bê kirin de ji 5 kesên ku biserkevin re xelata umrê û ji 2 hezar kesî re jî xelatên cûrbecûr bê dayîn.

Hamîd Aslanê Serokê Komîsyona Îmtîhanê yê Weqfa Evîndarên Pêxember di daxuyanîya ku da de destnîşan kir serîlêdanên îmtîhana sîyerê di 3ê Berfanbarê de dest pê bikin û dê heta 3ê Sibata sala 2019an berdewam bikin.

Aslan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir îmtîhan dê di 17ê Sibatê di seat 11.00an de bê tertîpkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Ji bo ku em karibin Hz. Muhammed(s.x.l) nas bikin divê em jiyana wî bixwînin. Ger em dixwazin dinya û axreta me bibe cennet rê diyar e. Ger em li gor sunneta Pêxemberê xwe bijîn û bi xelkê jî bidin jiyandin dê ji nû ve dewra seadetê dest pê bike."

Di daxuyanîya ku ji teref komîsyona îmtîhanê ve hat belavkirin de hat diyarkirin temamê agahî û geşedanîyên derbarê îmtîhana sîyerê de ji ser malperên
http://www.peygambersevdalilari.com û http://www.siyersinavi.com ê dikarin bên şopandin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir