• DOLAR 32.259
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2402.168
  • ...
Weqfa Yetîman li Ugandayê 500 kesîda sinnetkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Yetîman a ku bi alîkarîyên ku li nava welêt û derveyî welêt dike dengê xwe daye hesandin di bergeha projeya "Ew ê tu bibî kirîvê min" de li Ugandayê  500 kesî da sinnetkirin.

Li Ugandaya ku ji sedî 12ê nifûsê ji Mislimanan pêk tê, ji ber bêderfetî û bêîmkanîyan zarok nikarin bên sinnetkirin. Weqfa Yetîman bi bernameya ku tertîpkirin zarokên Mislimanan ên ku ji ber bêderfetîyê nikarin bên sinnetkirin, da sinnetkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Weqfa Yetîman ve hat diyarkirin "Bi vê organîzasyona ku ji teref weqfa me ve hat tertîpkirin, em bûn wesîle ku 500 birayên me vucubîyeta 'sinnetbûnê' ya ku ji alemetên Mislimanbûyînê ye bi cî bînin."

Rayedarên Weqfa Yetîman di berdewama daxuyanîyê de diyar kirin ji bilî zarokên Mislimanan, kesên ku emrê wan zêde ye û nû bûne Misliman jî di bergeha projê de hatin sinnetkirin. Em ji temamê xêrxwazên ku ji vê projê re bûn wesîle re teşekkur dikin û ew ê projeyên me yên bi vî awayî berdewam bikin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir