• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
 "Ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Şaxê Wanê ya Cemîyeta Mustazafan ve "Kela Civaka Îslamê: Malbat" hat tertîpkirin. Mela Muhammed Beşîr Varolê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bû, diyar kir ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye.

Mela Muhammed di destpêka axavtina xwe de qala heyata axretê kir û wiha axivî: " Ev alem ji du merhaleyan pêk tê. A ewil heyata dinyayê û ya dudowan jî ya axret e. Axîrat cihê ceza û mukafetê ye. Roja qiyametê tirseke mezin dikeve qelbê însên. Weke ku mîrkûtê li qelbê mirov dixin. Roja qiyametê dema ku însan tê birin meydana heşrê ew qas ditirse ku qelbê mirov dike ji cihê wê derkeve. Însan gêj dibe û eqlê wî/ê ji serê wî/ê diçe. Wê rojê dê heya kesî ji tu kesî çênebe. Digel ku li kêleka hev bin jî ji ber ku însan bi derdên xwe meşxûl dibin haya wan ji hev çênabe. Weke ku bi tena serê xwe li wê derê ye disekine însan... Ha di rojeke wisa de melek dê wan defterên me yên ku amelên me tê de ne vebikin. Ew ê terazîya edaletê bê danîn. Di deftera amelê de xêrên kî ji gunehên wî zêdetir be dê cihê wî cennet be. Ew ê li cihê ku ew bi xwe dixwaze bijî. Lê belê ger gunehên wî ji xêrên wî zêdetir be wê demê cihê wî dê cehennem be, bêşiphe agirê cehennemê pir germ e û sotîner e."

 "Ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye"

Mela Muhammed di berdewama axavtina xwe de diya rkir heyata dinyayê îmtîhan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew der cihê mukafat û cezayê ye. Ev dinya jî cihê îmtîhan û xebata bo axretê ye. Ger em li vê derê li gorî dilê xwe bijîn em nikarin li axretê li gorî dilê xwe bijîn. Em nikarin li vê dinyayê li gorî dilê xwe bijîn. Em mecbûr in li vê dinyayê li gor fermanên Xwedê bijîn. Ger em li vê dinê li gor fermanên Xwedê bijîn, em ê li axretê li gorî dilê xwe bijîn. Lewra li axretê helal, heram û guneh tune ye. Li axretê meriv dikare li gorî dilê xwe bijî. Nîzam bi vî awayî ye.  Lê belê ger însan li dinyayê li gor helal û heraman hereket neke nikare li axretê li gorî dilê xwe bijî. Ji ber vê yekê divê em li vê dinyayê li gor fermanên Rebbê xwe bijîn. Lewra ev der cihê îmtîhanê ye. Sunneta îlahî ya heyî çibe hemû kes mecbûr in ku li gorî wê bijîn."

 "Em mecbûr in  ku weke fermanên Xwedê bijîn"

Mela Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir temamê însanan mecbûr in ku li gorî qanûnên Xwedê hereket bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Madem ev kaînat mulkê Xwedê ye û madem em maxlûqê Xwedê ne; wê demê em mecbûr in ku li gorî ku Xweda ji me dixwaze bijîn. Lewra ê ku em xuliqandine û ê ku qaînat xuliqandiye ew e.  Ê ku nimet û rizqan dide me ew e. Her tişt di destê Xwedê de ye. Em aciz in, bi qasî zerrê hêza tu kesî ya ku aîdî wan be tune ye.  Ji ber wê yekê dive em li gorî fermanên Xwedê hereket bikin û bijîn, em mecbûr in ku vê yekê bikin.  Ger em li gorî qanûnên Xwedê nejîn em zirarê bidin xwe. Temamê alemê ji Xwedê re neyartîyê bike dîsa jî bi qasî zerreyekê nikare zirarê bidin wî. Em li vê dinyayê ne azad in.Em evdê Xwedê ne û em li ser mulkê wî ne.

Varol di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser rêya xelasîya însanan û diyar kir qelbê însên li ser fitrata Îslamê hatiye xuliqandin, Îslam rizgarîya dinya û axretê ye, divê em ji xwe re Pêxember mînak bistînin. Varol dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Temamê nexweşîyan ji Ewrûpayê belavî dinyayê dibin. Ew hêzên emperyalîst zarok û xelkê me dixapînin û ew ji xwe re dikin mîna leşkerekî/ê."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir