• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Mehkûmê Yûsifî bavê xwe yê li ber mirinê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkûmê Yûsifî yê bi navê Mehmet Garîb Ozerê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hat girtin û bi salan di girtîgehê de tê girtin û mexdûrkirin, destê wî kelepçekirî bavê xwe yê ku di halê mirinê de ye ziyaret kir û li ber serê wî Qur'ana Kerîm xwend.

Şeyhmus Ozerê 85 salî yê ku bavê mehkûmê Yûsifîyê û demeke dirêj ji ber nexweşîya xwe ya giran nikaribû lawê xwe yê di girtîgehê de ziyaret bike ev bû heftîyek ku li nexweşxanê hatiye razandin lênerîna giran û tê derman kirin. Mehkûmê Yûsifî yê bi navê Mehmet Garîb Ozerê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpas û komployên FETO hat girtin û ev 16 sal in di girtîgehê de tê girtin û mexdûrkirin, destê wî kelepçekirî bavê xwe yê ku di halê mirinê de ye ziyaret kir û li ber serê wî Qur'ana Kerîm xwend.

Şeyhmus Ozerê ku hatiye razandin nexweşxanê di heyama 28ê Sibatê û FETO de ji ber lawên xwe yên ku ji Îslamê re xizmet dikirin îşkenceyên giran lê hat kirin û 15 sal in ku bi mekîneya dîyalîzê ve girêdayî ye.

Mehmet Xerîb Ozerê ku hat ziyareta bavê xwe piştî ku li ber serê bavê xwe Qur'ana Kerîm xwend û dia kir dû re ji teref leşkeran ve destên wî kelepçekirî hat birin girtîgehê.

Ji alîyekî ve kesên bêsûc û bêgubeh ên ku bes sûcên wan ji Îslamê re xizmetkirin bû û bi kumpas û komloyan hatin girtin hêj mexdûrîyeta wan berdewam dike û qet nayên dîtin û li hember zilm û zordarîya ku li wan tê kirin kesên rayedar xwe kerr û lal dikin û ji alîyê din ve jî bi sedan kesên ku di dozên mîna Ergenekon, Balyoz de dihatin darizandin di şevekê de hatin tahlîyekirin ku ev yek jî nîşan dide ku li Tirkîyê edalet û hiqûq tuneye û bes hiqûqa serdestan derbasdar e.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir