• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Naşît Tutar hat amelîyatkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrîyeta mehkûmên Misliman ên ku di salên 90î de zilmên ku ji teref rêxistinên mîna FETO, JÎTEM û PKKê ve li xelkê Misliman dihatin kirin qebûl nekirin û hatin girtin, hêj berdewam dike.

Naşît Tutarê ku di salên 90î de ji ber hesasîyeta xwe ya Îslamî hat girtin û belesebeb hat avêtin zindanan û gelek zêde îşkence lê hatin kirin, li Diyarbekirê ji fitiqa stûyê xwe amelîyat bû.

Tutarê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşarligîlê amelîyat bû, piştî amelîyatê hat şandin Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê ya ku ewlehîya wê zêde ye. Heyetek ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê bo kefaretbûnê çûn nexweşxanê û malbata Tutarî ziyaret kirin.

 "Fitiqa di stûyê wî de ji ber îşkenceyên ku di wextê wê de lê hatibûn kirin pê re derket"

Ozlem Turara xanima Naşît Tutarî derbarê  mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û diyar kir zilamê wê ev 25 sal in ku belesebeb di girtîgehê de tê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zilamê min ji fitiqa di stûyê wî de amelîyat bû.  Di salên 90î gelek zêde îşkence lê hatin kirin. Ev fitiqa di stûyê wî de ji ber tesîra wan îşkenceyan  pê re derket.  Amelîyateke bi rîsk bû. Dibû ku ji stûyê berjêr felc bibe. Hemd ji Xweda re ji amelîyatê derket, amelîyat baş derbas bû. Niha problemek tuneye. Xwedayê min ji wan kesên ku dia kirin razî be.Hemû kes gelek zêde dia kirin."

 "Em hêvîya xwe ji Rebbê xwe qut nakin"

Tutar di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê camîayên Îslamî yên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin jî bên xistin bergeha wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hatiye teqdîmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Derbarê wê pêşnûmaya efûyê de em hêvîdar bûn, lê velê qala pêşnûmayeke ku dê tu feydeya wê bo mexdûrên 28ê Sibatê tunebe, tê kirin. Tê diyarkirin ew ê jesên diz, qatil, sextekar ji pêşnûmaya efûyê sûdê werbigirin. Bi kurtasî ev yek tu feydaya wê bo Mislimanên ku di zindanan tên girtin tuneye."

"Ew camîa, mexdûrên FETO ne, lê hêj di zindanan de tên girtin"

Tutar di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê pêşnûma bê guhartin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê muheqqeq ev pêşnûma bê guhartin û  camîayên Îslamî yên ku mexdûrê 28ê Sibatê ne jî bên xistin bergeha bê pêşnûmayê. Lewra temamê ew kesên ku wan darizandin, girtin, îşkence li wan kirin, ango temamê polês, hakim û dozgeran ji FETO hatin girtin û niha di girtîgehê de ne.Ew camîa, mexdûrên FETO ne, lê hêj di zindanan de tên girtin. Vaye bû 25 sal. Divê demildest bê avêtin vê meselê. Em teleb dikin ev pêşnûma bê verastkirin da ku camîayên Îslamî yên ku mexdûrên FETO ne jî jê feyde bigirin. Em ji Rebbê xwe hêvîya xwe qut nakin. Lewra ew kesê ku wanan li wê derê digire Xweda ye. Kesê ku dê wan ji wê derê derîne jî dîsa Xweda ye. Em halê xwe jê re arz dikin û netîcê jê teleb dikin."

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên FETO û 28ê Sibatê Musab Arasanê ku digelm lijneyekê çû serdanê derbarê mijarê de diyar kir "Gelek mehkûmên nexweş mexdûrîyetên bi vî awayî dijîn. Em bo malbatê dibêjin, Xweda şifa xêrê bide nexweşê wan."(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir