Li Uşakê otobusa rêwîyan qeza kir: Mirîyek 26 birîndar
Li Uşakê otobusa rêwîyan û kamyonetek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li mewqîya Buyukoturaka girêdayê Banaza navçeya Uşakê otobusa rêwîyan û kamyonetek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat çarê şeveqê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 16 ABP 129 a ku ji Uşakê ber bi Enqerê ve diçû û kamyoneta bi plaqeya 45 VP 802 a ku ji hember dihat li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de Kadîr Dagê muawînê otobusê jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)