• DOLAR 32.269
  • EURO 34.721
  • ALTIN 2403.238
  • ...
 "Yûsufî, wek Hz. Yûsuf bi kumpasan hatin avêtin zindanan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrîyeta Yûsufîyên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bo izzeta Îslamê mihafeze bikin ji zilmê re bêdeng neman û hatin avêtin zindanan hêj berdewam dike.

Misliman geh ji teref FETO ve geh ji teref PKKê ve û geh jî ji teref rêxistinên îllegal ên mîna JÎTEMê ve hatin xistin hedefê û cûrbecûr îşkence, zilm, tehdayî li wan hatin kirin û bi kumpasan hatin avêtin zindanan. Mexdûrîyeta van Yûsufîyên ku bi kumpas û komployan hatin avêtin zindanan hêj berdewam dike.

"Hinek rêxistinên xeyrî meşrû yên ku di salên 90î de planên wan li ser herêmê hebûn ji van xebatên islahê yên Mislimanan aciz bûn"

Huseyîn Olamê berdevkê înîsîyatîfê di destpêk aaxavtina xwe de qala Yûsufîyan kir û wiha got: " Em li gelek deran tabîra Yûsfîyan bi kar tînin. Dibe ku agahîya hinek însanên ku li vê herêmê najîn jê tunebe ka Yûsufî kî ne.Yûsufî ew Misliman in ku bo Îslama ezîz, bo teblîx û îrşada xelkê xebitîne, li hember zehmetîyan sebir kirine  û sînga xwe dane ber êrîşên dijminên Îslamê û Qur'anê hîn bûne û dane hînkirin, ehlê camîyan in.  Hinek rêxistinên xeyrî meşrû yên ku di salên 90î de planên wan li ser herêmê hebûn ji van xebatên islahê yên Mislimanan aciz bûn. Gelek Mislimanan şehîd kirin û gelek ji wan avêtin zindanan."

 "Bêedaletî û neheqî zehmetîya mezintirîn in ku  Yûsufî marûzî wan dimînin"

Olam di berdewama axavtina xwe de diyar kir Yûsufî jî wek Hz. Yûsufî bi dek û dolaban, bi komplo û kumpasan hatine avêtin zindanan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev Misliman gelek zêde çêbû di zindanan de tên girtin. Yûsufî navê xwe ji Hz. Yûsuf werdigirin. Ew bes bo Xwedê ketin zindanan. Li wê derê bi Rebbê xwe re bûn hemhal. Di dema ku di zindanê de gelek zêde zext, îşkence û zordarî li wan hatin kirin, lê ew carekî tenê jî ji bawerîya xwe tawîzê nedan.  Bi salan li ber xwe dan û tiştekî ku zirarê bide doz û şerefên wan nekirin. Ji bo ji zindanan rizgar bibin lawayî li ber kesî nekirin. Bêedaletî û neheqî zehmetîya mezintirîn in ku  Yûsufî marûzî wan dimînin."

 "Dema mesele Misliman bin rayedarên dewletê ker û lal dibin"

Olam di dawîya axavtina xwe de diyar kir rayedarên dewletê li hember Mislimanan ker û lal in û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Hinek kesên ku qaşo mexdûrên FETO bûn ji girtîgehê derxistin. Lê dema mesele Misliman bin rayedarên dewletê ker û lal dibin. Guh nadin wan însanên ku mexdûrîyeta Mislimanan tînin zimên. Me ji xwe re kiriye armanc ku ev neheqî û bêedaletîyên ku li Mislimanan tên kirin bên çareserkirin. Di demeke nêz de ji teref MHPê ve pêşnûmaya efûyê hat dayîn meclîsê. Ev pêşnûma bes kêrî wan însanên ku tevlî sûcan bûne û xelkê mexdûr kirine tê.Lê serokomar di daxuyanayî ka da bû de destnîşan kiribû ku ew ê encax sûcên ku li hember dewletê hatin kirin bên efûkirin. Lê digel vê yekê di wê pêşnûmaya ku hat teqdîmkirin li meclîsê de navê Mislimanan derbas nabe.Ango ne di nava vê pêşnûmayê de ne. Me vê yekê li gelek cihan anî zimên. Me çendîn caran ji rayedarên dewletê re jî got. Lê me tu netîce bi dest nexist. Ger ev însan sûcek kiribin bila bi delîlên wê deynin li ber însanan. Em dixwazin ku ev bêedaletî bi dawî bibe."(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir