• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Iraqê xwepêşan berdewam dikin: 16 mirî 800 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çendakî li Basraya Iraqê ji ber qutbûnên ceyranê û ji ber bêkarîyê xwepêşan dest pê kirin û her ku çûn zêdetir bûn û hêj jî berdewam dikin. Hêzên ewlehîyê yên Iraqê mudaxeleyî xwepêşanên ku belavî bajarên Iraqê bûn kirin. Di encama mudaxeleyên ku hatin kirin de heta niha 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 800 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Enerjîyê yê Îranê Riza Erdekanîyan di daxuyanîya ku belav kir de ji ber ku di welatê wan bi xwe de jî mişkîleya av û ceyranê heye ew ji bêçaretî  ne tenê ceyrana Iraqê, bi heman awayî ceyrana Pakistana û Afxanistanê jî qut kirine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir